Break newsNûçeslide

Xwendekarên Hesekê tûşî nîrên ewlehî û abûrî dijwar tên

Yekîtî Media 17/7/2016

Xwendekarên Hesekê yên ku qunaxa bekelorya bidawîkirine û dê xwendina bilind berdewam bikin tûşî nîrên ewlehî û abûrî yên dijwar tên.

Gelek xwendekar dibêjin ku çûna jibo xwendinê li derveyî parêzgeha Hesekê pir dijware jiber rewşa abûrî ya xirab ku tanê tîkêta balafirê ta Şamê dighêje 50000 lîre Sûrî, herweha xwendekarên ciwan di bin gefê girtinê de ne ji hêla Rêjîma Sûrî ve jibo leşkeriya neçar.

Mamosteyê zankoyê li Hesekê A.A ji Yekîtî Media re ragihand ku rewşa kolîcên li Hesekê ne başe jiber ku diktorên pispor pir kêm bûne , her ew derçûyên van kolîcan dikin mamoste û ev gelek pirsgirêkan di prosesa fêrkirinê de çêdike.

Herweha mamoste A.A derbarê zankoya Rojava ku ji hêla PYD ê ve hatiye vekirin got, ku xwendekar nikarin xwendina xwe ya bilind di vê zankoyê de berdewam bikin jiber ku tu pênasînek Sûrî an herêmî an navnetewî ta niha nestandiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button