Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Plandarê kudetaya leşkerî hate girtin

Yekîtî Media 17/7/2016

Li Tirkiyê Fermandarê berê yê hêza esmanî Akin Ozturk ku ligel zaveyekî xwe plana kutdateya leşkerî danîbûn hatin girtin.

General Akin Ozturk bo beşê dijî terorê li Rêveberiya Ewlehiya Enqerê hate veguhastin û lêkolîn pê re tê kirin.

Wezîrê Dad yê Tirkiyê Bekîr Bozdac ragehand ku, di çarçoceya têkçûna hewla derbeya leşkerî de heta niha 6 hezar kes hatine girtin, da zanîn ku, operasyona girtina wan kesên pêwendîdar bi kodateyê berdewam e.

Ozturk di dosyeya “Balyoz” ya sala 2003an de bi tuhmeta hewla kudetayê hate girtin. Li gor medyaya Tirkiyê, di sala 2003an de, cemaeta Fethula Gulen belgeya sexte pêşkêş kiribûn, da ku bêguneh derxînin.

Ozturk di sala 2013an de bûye Fermandarê hêza esmanî û du salan di posta xwe de mabû, di sala 2015an de jî derket xanenişîne û piştre wek Şêwirmendê Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê di Serokatiya Hêza Çekdaran de dest bi kar kiribû.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button