Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Xetîb Dicle: Em cudabûnê naxwazin

Yekîtî Media 7/5/2016

Hevserokê HDPê Selahaddîn Demîrtaş di komcivîna partiya xwe ya li parlamentoyê de derbarê rakirina parêzbendiyan de diyar kir ku, eger rê li ber wan were girtin ew dikarin parlamentoya duyem jî ava bikin. Gotinên Demîrtaş di demek kurt de dengvedan û nîqaşên li ser naveroka gotinên wî dest pê kir. Siyasetmedarên Kurd mijar şîrove kirin.

Gotinên Hevserokê HDPê yên wek “gel dikare parlamentoyeke din jî avabike” di rayagiştî de bû cihê nîqaşan. Gotinên Demîrtaş li ser rakirina parêzbendiyan anî ziman bi awayekî lezgîn kete rojeva Tirkiyê û bi awayên cuda cuda hate nirxandin.

Hevserokê KCDê Hatip Dicle dibêje Selahaddîn Demîrtaş xwest hişyariyekê bide.

Derbarê vê mijarê Hevserokê KCDê Hatip Dicle wiha got:”Dewlet dixwaze wekî sala 1994an ku çawa Kurd ji parlamentoyê derxistin dîsa heman tiştî bikin, lê em hişyar dikin û dibêjin em ji hev veqetinekê naxwazin lê eger temsîla Kurdan ji holê were rakirin hingê di çarçoveya mafên hiqûqî de em ê jî ya pêwîst bikin lê aniha bi tu awayî ev yek di rojeva me de nîn e.”

Hevseroka KCDê Leyla Guven jî dibêje heta ji destê wan tê ew ên di mayîna li parlamentoya Tirkiyê de bi rijd bin. Guven dibêje eger ew ji parlamentoyê bên derkirin jî em neçar nîn in.

Ji aliyê xwe ve Hevseroka KCDê Leyla Guven ragihand:”Me gotibû xweseriya demokratîk. Çawa mesela yanî herêma Amedê dê bibe kantonek, herêma Serhedê, herêma Botanê dê bibin kanton. Em ji bo aliyê Tirkiyê jî heman tiştê dixwazin”

 

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk jî amaje bi vê yekê dike ku alternatîvên din di rojeva wan de ne û tên nirxandin û wiha got:”Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê, di nava Tirkiyê de, em xweseriyekê bo Kurdistanê dixwazin lê belê ku derfet nemîne, tu îmkanatek nemîne helbet di sedsala 21ê de em Kurd jî dê li çareya serê xwe binerin.Parlamentoyek duyem jî rêyeke û li pêşiya me ye. Yanî ev yek jî li ser maseya me ye û em dinirxînin”

Hevserokên tevgerên siyasî yên Kurd li ser heman nêrînê ne ku, heta ji destê HDPê tê ew dixwaze li parlamentoya Tirkiyê bimîne. Siyasetmedarên Kurd heyama 1994an bibîr tînin û dibêjin dubarekirina bûyerek wiha dê zirarê bigihîne civaka Kurd û Tirk.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button