Break newsNûçeslide

Di roja 100 saliya Saykis-Pîko de xwepêşandan

Yekîtî Media 7/5/2016

Di 14ê vê mehê de 2016an 100 sal bi ser rêkeftina Saykis-Pîko derbas dibe, bi armanca şermezarkirina wê rêkeftinê li çend welatên Ewrupayê revenda Kurdî xwepêşandanan bi rêve dibe.

Xwepêşandan dê li welatê Nimsa, Elmanya, Siwîsra û Fransa bi rêve biçin, tê pêşbînî kirin jî ku, bi sed hezaran Kurdên ku li Ewrupoayê dimînin, beşdarî vê çalakiyê bibin.

Di sala 1916 herdu welatên Brîtanya û Fransa sê parçeyên Kurdistanê dabeş kirin, îsal jî 100 sal bi ser re wê rêkeftinê derbas dibe, li gorî yasayên pêwendiyên navdewletî, rêkeftinên navdewletî piştî 100 salan ew rêkeftin têne hilweşandin.

Li gor endamekî komîteya amadekar ya çalakiyê heta niha ti partiyên siyasî beşdarbûna xwe ranegihandine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button