Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Xamineyî gef li Amerîkayê xwar

Yekîtî Media 15/6/2016

Rêberê paye bilind yê Komara Îslamî ya Îranê, Ayetullah Elî Xamineyî roja Sêşemê gef li Amerîkayê xwar ku Îranê dê “agir berde” rêkeftina Atomî eger namzedên serokatiya wî welatî pabendî rêkeftinê nebin.

Namzedê Komarî yê Amerîkayê Donald Trump Tebaxa par gotibû eger ew bê hilbijartin dê rêkeftinê “biçirîne.”

Amerîka û 5 welatên desthilatdarê cîhanê par Hizêranê rêkeftina Atomî ligel Îranê îmze kiribûn ku li gorî wê, qedexeya ser Îranê bi mercê ew hilberîn û dewlemendkirina atomî kêm bike tê rakirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button