Break newsNûçeslide

Mislim: Em dewleta Kurdî naxwazin û dema wê derbas bûye

Yekîtî Media 15/6/2016

Hevserokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîneke xwe de ragihand, ku pêwîste kurd bizanin ku Bexda take dergehê sitratjîke ji bo Kurdên hemî parçên Kurdistanê. Muslim di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Îraqî El Sabah El Cedîd ya nîv fermî, di derbarê peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê got, aramiya Herêma Kurdistanê bo wan giringe û ew jî destê xwe naxin nav hevrikiyên di navbera partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de.

Hevserokê PYDê diyar kir ku, ku ew li dijî dewleta netewî ya kurdî ne, û ew di wê baweriyê de ye ku dema dewleta netewî derbas bûye, û ew piştgiriya avakirina dewleta netewî nakin.

Li ser gotina ku dibêjin PYDê şaxê PKKê ye li rojavayê Kurdistanê, Salih Mislim got, ew felsefeya serokê PKKê Abdulla Ocalan tebenî dikin, û bêhtir Tirkiyê dixwaze PYDê û PKKê bi hev ve girê bide, ji bo ku PYDê jî bixe nava lîsteya rêxistinên terorîst.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button