Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Wezîrê berevaniya Amrîka: hevpeymana navdewletî dê hêzên taybet bişîne Sûriyê
Yekîtî Media 28/4/2016
Wezîrê berevaniya Amrîka Aşton Karter dibêje ,ku hin dewletên hevpeymana navdewletî hêzên taybet dê bişînin Îraq û Sûriyê ji bo beşdarî şerê li dijî rêxistina Daişê bibin.
Kartir diyar kir ku Nato soz daye di demeke nezîk de, wê 2500 leşkerî bişîne Îraqê , ji havîna 2014 an ve hevpeymana navdewletî bi serperiştiya Amrîka bi êrîşan li dijî rêxistinên Terorî li Îraq û Sûriyê radibe.