Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Tirkiyê: operasyonên leşkerî li Nisêbînê bidawî hatin
Yekîtî Media 5/6/2016
Artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser bajarê Nisêbînê yên dijî çekdarên partiya Karkerên Kurdistanê bi dawî kir , serok wezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di kongireke rojnamavanî de ragihand, ku artêşa wan operasyonên xwe li bajarê Nisêbînê bi dawî kirin û xelkên wê deverê dikarin vegerin malên xwe piştî paqijkirina bajêr ji mayînên ku çekdarên PKK ê li şûna xwe hiştine.
di heman mijarî de ofêsa dadwerê Diyar Bekirê qedexekirina çûn û hatinê ji bo destpêkirina operaisyonan li dijî çekdarên PKK ê li gundewarê Diyar Bekirê ragihand.