Break newsNûçeslide

Tirkiyê: Ji bo pêşmerge derbasî Kobanê bibin danûstandin berdewamine

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu îro sêşemê 21 / 10 / 2014`e da xuya kirin ku ji bo hêzên pêşmerge di ser Tirkiyê re derbasî Kobanê bibin danûstandin berdewamine.

Ji aliyê xwe ve berdevkê wezareta pêşmerge ragihand ku wê di rojên pêş de hêzên pêşmerge beşdarî prosa bergirî li Kobanê kirin bibin.

Sertîp Helgurd Hikumet ji Skynews re da xuya kirin ku wezareta pêşmerge ji bo rêkirina hêzên pêşmerge berve Kobanê di rojên pêş de plan û amadekariyan de ye,her wiha da xuya kirin ku ew li benda biryar û persûpektîvên Fermandarê giştî yên hêzên pêşmerge Mesûd Barzanî ne.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button