Break newsNûçeslide

Barzanî; Weku çawa ji bo Hewlêrê min piştgirî xwest bo Kobanê jî min xwest

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanê da xuya kirin ku wî weku çawa ji bo Hewêlê alîkarî û piştgirî ji civaka navdewletî xwest bi heman giraniyê ji bo Kobanê banga alîkariyê ji civaka navdewletî kir û diyar kir ku pêdiviya şervanên Kurd li Kobanê bi yarmetî û alîkariyê heye.

Serokê Herêmê di hevpîvenek ligel rojnama Bild a Alman got: Weku çawa min ji civaka navdewletî xwest piştgiriyê bidin me ji bo parastina Hewlêrê bi heman şêweyê ji bo Kobanê jî me alîkarî ji civaka navdewletî xwest, û niha balafirên şer li Kobanê li dijî DAIŞ êrişan pêk tînin, lê pêdiviya şervanên Kurd ên bergirî li Kobanê dikin bi alîlkariyê heye û divê civaka navdewletî bêtir alîkarî û yarmetiyê bide şervanên Kurd, tar ê li ber DAIŞ bigre.

Derbarê helwesta Tirkiyê de jî Barzanî got: Tirkiyê welateke girînge û ji bo rizgar kirina Kobanê Emerîka dikarê ligel hevkar be, DAIŞ ne bitenê ser bi Kurd de metirsî çêdike lê gef li ewlehiya hemû navçeyê û cîhanê dixwe, her wiha tekez li ser wê yekê kir ku divê rê li jêderên DAIŞ ên darayî û hatina şervanên biyanî berve Sûriyê û Êraqê ve bête girtin.

Barzanî da xuya kirin ku divê şerê li dijî DAIŞ têkirin berjewendiyên jiyostratejî têkilî hev nekin û wiha pê de çû: Kurd dixwazin di nav aştiyê de ligel Tirkiyê jiyan bikin, nirxên me yên hevbeş hene, divê em ligel yek li dijî gefên DAIŞ rawestin, ev rêxistina terorê ne bitenê dujimê Kurd de, ew dujimatiya hemû navçeyê dike, divê aliyên sereke li navçeyê bête bibandor li dijî gefên DAIŞ.

Sebaret bi hêzên bejahî de di şer de Barzanî got: Ez ne bawerim ku pêdiviya Kurdistanê bi hejmarek din ji leşkeran heye, em bi hêzên pêşmerge dikarin vê şerî birêve bibin, lê divê çek û perwerdeya pêwsît ji bo pêşmerge bête kirin û rêkirin, rewş li Sûriyê dijwartire, divê hêzên li wê deverê xwedî stratejiyeke baştir bin li hev bikin ta karibin DAIŞ têk bibin, ji aliyê me ve pêdiviya me bi çekên pêşketî hene weku tang, top û çekên dijî tang û maşînên zirxî, divê hevpeymana navdewletî ya serpereştiya serê li dijî DAIŞ dike alîkariya me bike.

Bi mijara ka welatên rojava çawa alîkariyê pêşkêş bike, Barzanî got: Ji ber ew alîkariyên Almanya pêşkêşkirin ev spasî li Almanya dikin, ger Almanya wer berdewam be di pêşkêşkirina çekên pêşketî û perwerdekirina hêzên pêûmerge, emê karibin DAIŞ lawaz bikin û ber alî bikin, divê xelk ji hovîtiya DAIŞ bêne rizgar kirin, planên DAIŞ ên hov û xûn rêj hene divê rê li ber bête girtin.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button