Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tiramp piştevaniya xwe bo pirsa Kurd derbirrî û bi Pêşmerge jî sersaf e

Yekîtî Media 22/7/2016

Donald Tiramp berbijarê partîya Komarîyan bo posta serokatî ya Emerîkayê, bo yekem car behsa Kurd dike û dibêje: Ew sersafe bi şîyana hêzên Kurdî ku hevrûşî Daişê dibin  li Îraq û Suryayê. Tiramp aşkera jî dike, heke bibe serokê dahatî ya Emerîkayê hewl dide bi rêya danûstandinan arîşeya Kurd li Turkîya çareser bike.

Tiramp di dîdarekê de li gel rojname ya Nîyûyork Taymiz a Emerîkî, li ser çareserkirina arîşeya Kurd li bakûrê Kurdistanê, got: Ez alîgirê Kurdim, lê dizanim Erdogan weha nîye, bo çareserkirina ewê arîşeyê, hewl didim bi awayekê herdû alîyan kom bikim û danûstanan li gel wan bikim.

Got jî eger ez bûme serok, rola emerîkayê li rûbirûbûna çekdarên Daişê, berfirehtir dike.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button