Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiv da weşanên Wîkîliksê

Yekîtî Media 22/7/2016

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê belgeyên Wîkîliksê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew 200 milyon dolarên ku ji Tirkiyê hatine wergirtin qerin û jibo mûçeyên karmendan hatine wergirtin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêmê bersiva nûçeyên ku dibêjin Tirkiyê 200 milyon dolar daye Herêma Kurdistanê da û got:

“Pereyê ku tê behs kirin ne 200 milyon dolar e û pereyên ku ji Tirkiyê hatine wergirtin bi deynin û jibo dabînkirina mûçeyan hatine wergirtin.”

Sefîn Dizeyî eşkere kir ku di mehên Sibat û Adarê de ji ber têkçûna xeta petrol Kurdistanê , hikûmetê ji bo dabînkirina mûçeyan karmendên hikûmetê ji Tirkiyê 150 milyon dolar deyn wergirtiye.”

Di 2 rojên derbasbûyî de li hinek malperan de belgenameyên Wîkîliksê weke çavkanî hatibû nîşandan û hatibû gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê 200 milyon dolar wergirtiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button