Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Tillerson ji bo bajarê Minbicê serdana Tirkiyê dike
Yekîtî Media
Biryar e wezîrê derve yê Amerîka Reks Tillerson û şêwirmendê ewlehiya niştimanî ya Amerîka Herbert R. McMaster serdana Tirkiyê bikin û operasyona Efrînê, gefên Enqera li ser Minbic û pêwendiyên Waşington û Enqera gotûbêj bikin.
Ev çend roj in, Tirkiyê bi awayekî berdewam, ji Amerîka dixwaze ku hêzên xwe ji Minbic bikişîne, daku Enqera karibe operasyoneke serbazî li wî bajarokî destpê bike.