Break newsNûçeslide

Şer û pevçûn li bajarê Qamişlo rûdan

Yekîtî Media 21/4/2016

Şer û pevçûn li bajarê Qamişlo berdewam in, li qada cadeya El-Wehde bi cadeya Kornîş re teqînekê li navendeke Asayişa PYD li taxa Kornîş rûda, û di encamê de 5 endamên asayişê ligel 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçegihanê Yekîtî Media, teqîn di riya matorekî de rûda û bi sedema vê yekê şerekî giran dest pêkir, gihişte asta bi karanîna çekên giran ji aliyê hêzên Rêjîmê ve, di encamê de 5 endamên asayişê ligel 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Hindek guleyên Hawinê li navendeke sotoro û hindek malên taxa Kornîş ketin, û hindek li taxa Zeytûnê ketin û di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha Asayişa PYD dest danîn ser zindana Elayayê û nêzîkî 40 endamên hêzên Rêjîmê xwe radestî hêzên asayişê kirin. Herwiha 17 girtiyên di zindanê de jî bo zindanên asayişa PYD hatin veguhastin.

Ev yek bû sedema koçkirina hejmarek ji malbatên wê taxê ber bi hindek taxên aram ve û berve bajarokê Amûdê koçber bûn.

Herwiha nûçegihanê me diyar kir, ligor encamên destpêkê dora 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, lê ji ber rewşa şer û pevçûnan ziyanên canî yên dawî nehatine zanîn.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button