Break newsNûçeslide

Asayişa PYD agirbest li Qamişlo ragihand

Yekîtî Media 22/4/2016

Asayişa PYD îro roja înê 22ê Nîsanê agirbest li bajarê Qamişlo ragihand, piştî sê rojan ji pevçûnên dijwar li dijî hêzên Rêjîmê û milîsên artêşa berevaniya niştimanî, piştî ku rûsipiyên êlên Ereb li navçeyê daxwaza rwestandina şer kirin.

Asayişê di daxuyaneyke fermî de, ku ”agirbest ji seet 3:30 piştî nîvro destpêbû, ji bo ku derfet li ber çareseriyek guncaw vebe ku aştiya sivîlan biparêze, û rawestandina Rêjîma ji kiryarên xwe yên tîrorêst.”

Herweha asayişê diyar kir, ku di encama pevçûnan de 3 şervanên YPG û 7 ji hêzên asayişê û 17 kesên sivîl jiyana xwe jidestdan.

Herweha daxuyaniyê amajekir ku 31 leşkerên Rêjîmê hatin kuştin, û 102 hatin binçavkirin, û hejmarek ji girtiyan ji zindana Elaya serbest hatin berdan.

Di heman hiştarî de, peyamnêrê Yekîtî Mediya li Qamişlo tekez kir ku agirbest di navbera hêzên asayişa PYD û hêzên Rêjîma Sûrî hat bicîkirin îro danê piştî nîvro, aramî vegeriya bajar, û tevger li cadeyên Qamişlo hin bi hin çêdibe.

 

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button