Gotar

Sînorên Saykis-Pîko yê diherifin

Salar Elo

Di 16ê Gulanê de 100 sal li ser peymana Saykis-Pîko yê derbasbûn, ew peymana ku di navbera Ferensa û Birîtaniya yê hate danîn piştî bidawîbûna cenga cîhanî ya yekem û rûxandina Improtariya Osmanî, armanc jê ew bû dabeşkirina herêma Rojhilata Navîn li ser herdû dewletan û belavkirina berjewendiyan.

sedsaliya Saykis-Pîko yê gelek nîşanên wê hebûn, nexasima rewşa bêtebat ya ku ev çend sal in li herêma Rojhilata Navîn rûda ye, yekem nîşan ji sedsaliya Saykis-Pîko re ew e, ku di urfa navnetewî de çi hevpeymana navnetewî be bi derbasbûna sedsalî li ser imzekirina wê bidawî tê, û dewletên beşdar hew pabendî merc û biryarên wê hevpeymanê ne.

Ji bo me Kurdan ev nîşan pir giringe, çi ku peymana Saykis-Pîko yê welatê Kurdan yê dîrokî (Kurdistan) di navbera sê dewletên nû de parçekir, û rê neda netewek mezin di herêmê de ku biryara çarenûsa xwe bidin, lewre qedandina dema vê rêkeftinê rê li pêşiya miletê Kurd vedike ku nexşeya herêmê bugherin û sînorên Saykis-Pîko yê birûxînin.

Nîşana diwem ji sedsaliya Saykis-Pîko re, ku di demekê de hat Kurd tê de nêzîkî serxwebûnê dibin, nemaze li başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistana Îraqê), ku bi gavin tebût ber bi rêfrandomê ve diçin, û serxwebûn dê demeke nêzîk de bê ragihandin, û herwiha li Rojavayê Kurdistanê (Herêma Kurdistana Sûriyê) û Sûriyê bigiştî jî ber bi sîstemeke fîdralîzim ve diçe.

Rewşa herêma Rojhilata Navîn bigiştî di qunaxa guherînên mezin re derbas dibe, bi taybet herdû dewletên Sûriya û Îraqê, derketina rêxistina Daiş ê ya terorêst û şerê ku li herdû dewletan tê gerandin li ser bingehên tîreyî, cuxrafiya herdû dewletan ber bi herifînê ve dibe, ango sînorên ku diplomatê Ferensî Firanswa Corc Pîko û yê Birîtanî Mark Saykis nîgar kirin niha tên herifandin, ji ber ku ew sînor bi zorê hatin danîn û bi hêza dewletên serkeftî di cenga cîhanî ya yekem de, û tu rêzgirtin li biryara miletên herêmê nehat girtin, û miletê Kurd netewa herî mezin bû li navçeya ya ku bê dewlet ma û hat dabeşkirin di navbera çar dewletan bi encama herdû peymanên Saykis-Pîko 1916 û Zihaw 1639 an.

Lê niha ew sînorên ku bi zorê hatin danîn tên rûxandin , û sînorên nû li şûna wan tên nîgar kirin, ev sînorên nû yên xwezayî ne ji herêmê re, sînorin siruştî ne, ji 100 ê salan ve di navbera netewên ku li vê herêmê dijîn hebûn, ev sînorên nû sînorên Kurdistana siruştî ne, û bi danîna wan dewleta netewî ya Kurdî dibe temez li Rojhilata Navîn.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button