Break newsNûçeslide

Şeş birîndar li Qamişlo bi encama ketina guleyekê

Yekîtî Media 19/5/2016

Îro pêncşemê 19ê Gulanê, şeş kes li bajarê Qamişlo birîndar bûn, di encama ketina guleyeke Doşka de li ser yarîgeha hola werzeşî ya nêzîkî nanxaneya rojhilat, jêderê wê guleyê bajarê Nisêbînê bû.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media diyar kir, ku birînên 5 kesan ji wan sivik bûn, tenê birîna yekî ji wan giranbû, ku reha destê wî qetiya bû.

Navên birîndaran: ( Berzan Umer, Ehmed Zuhêr,Hesen Ferhan, Zinar Mesûd, Sîpan Xelef, Mihemed Ciwan).

Tê zanîn, ku di encamê şerê Artêşa Tirkiyê û Çekdarên PKK li bajarê Nisêbînê, gelek rokêt û fîşek li bajarê Qamişlo ketin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button