Raportslide

Bêtirî 20000 xwendekar ezmûnên pûla 9an li Qamişlo û Hesekê pêşkêş dikin

Yekîtî Media 19/5/2016

Roja yekşemê 15ê Gulanê, dest bi ezmûnên pûla 9an li parêzgeha Hesekê bû, li gor agahiyên rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê 21889 xwendekar vê salê beşdarî ezmûnan dibin, li ser 172 navendan hatine belavkirin, ji wan 89 navend li bajarê Hesekê û 72 navend li bajarê Qamişlo.

Li ser vî mijarî, serokê navendeke ezmûnan ji Yekîtî Media re diyar kir, ku hemû pêdeviyên serkeftina prosesa ezmûnan hatin dabînkirin, û kesin pispor bo serokatiya navendên ezmûnan hatin danîn.

Hêjaye gotinê ku rêveberiya Perwerdeyê ya li parêzgeha Hesekê, hemû navendên ezmûnî veguhestin herdû bajarên Qamişlo û Hesekê, lewre astengî ji xwendekaran re derxistin, jiber dûrbûna rê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button