Break newsRaportslide

Serokê ENKS semînarek li kampa Giwîlan lidarxist

Yekîtî Media- Hewlêr 22/4/2016

Li ser vexwendina nûnerîtiya ENKS li herêma Kurdistanê, mamoste Ibrahîm Biro serokê ENKS semînarek li kampa Giwîlan lidarxist, îro 22ê Nîsanê dema piştî nîvro.

Biro li ser dawîtirîn bûyerên siyasî li Sûriya axivî û bi taybet danûstendinên Cinêv.

Serokê ENKS piştgiriya biryara desteya bilind ya danûstandinan di rawestandina danûstandina ligel Rêjîma kir, û got ku Rêjîm ne cedî ye di danûstandinan de,bo pêkanîna veguheztina siyasî li Sûriya, herweha rêkeftinên mirovî û biryarên meclisa asayişa navnetewî binpêdike.

Biro tekez kir ku ew sîstema fîdralîzmê wek baştirîn çareserî bo Sûriya ya paşerojê dibînin.

Tê zanîn ku serokê ENKS dê bi gerekê li hin dewletên Ewrupî rabe bo diyar kirina nerîna ENKS bo çareseriya pirsgirêka Sûrî.

 

22/04/2016

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button