Break newsRaportslide

li Hesekê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Roja Rojnamegeriya Kurdî vejiyand

Yekîtî Media – Hesekê 22/4/2016

Îro 22ê nîsanê li bargeha xwecihya Hesekê ya ENKS , şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya roja rojnamegeriya kurdî vejiyand, bi boneya salvegera 118 an ya derçûna yekemîn rojnameya kurdî bi navê Kurdistan, û bi destê mîr Meqdad Medhet Bedirxan.

Destpêkê beşdarên semînarê kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê rawestiyan û bi taybet pakrewanên bûyerên Qamişlo li gel sirûda netewî kurdî ” Ey Reqîb”, dûvre mamoste Elî Dawûd serokê xwecihya Hesekê ya gotina ENKS bi vê boneyê xwend.

Piştre mamoste ”Salar Salih” semînarek bi sernavê ” ragihandina kurdî û şêweyên pêşxistinê” pêşkêşkir, herweha beşdaran jî nerîn û pêşinyarên xwe bo pêşxistina ragihandina kurdî gotin.

Di dawiya semînarê de mamoste ”Hewas Bişo” serokê şaxê Hesekê bawernameya rêzgirtinê diyarî helbestvan û wêjevanê kurd ”Mehmûdê Sebrî” kir ji bo xebata wî ya bêhempa di ber ziman û wêje û rojnamegeriya kurdî de.

22/4/2016

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button