Break newsNûçeslide

Seknén encûmana niştîmanî kurdî bo piştgiriya mehabadé

Yekîtî Mîdiya
Ji bo piştgiriya raperîna mehabadé li kurdistana îrané û bi vexwendina encûmana niştîmanî ya kurdî (encûmana xwecihî ya rojhilatî bajaré qamişlo) û bi beşdarbûna hijmarek ji welatiyan seknek li péşiya bargeha encûmané roja yekşemé 10/5/2015 hat lidar xistin.

Kesén beşdar siloganén tewan kariyé ji réjîma îranére hildan û kiryarén vé réjîmé şermezarkirin û wéneyén pakrewana rûmeté firînaz xisrewanî hildan.

Daxwiyaniya amîndariya giştî ya encûmané ji aliyé şemdîn nebî seroké encûmana xwecehî ya rojhilatî qamişlo ve hate xwendin.

Mizgîn remedan yek ji endamé encûmana xwecehî ji yekîtî mîdiya re axivî û got: me wek encûman dît ku ji erkekî meye ku piştgiriya raperîna gelé xwe yén kurdistana îrané bikin , û evan réjîmén hovane wé di  demek nézîkde hilweşin.

Héjaya gotiné ku hijmarek ji seknén şermezarkirina kiriyarén réjîma îrané li der heqé gelé rojhilatî kurdistané hatibûn lidar xistin li gelek bajar û bajarokén kurdistana sûrî.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button