Break newsNûçeslide
Sê hezar penaberên Mûsilê gihiştin sînorê Rojavayê Kurdistanê
Yekîtî Media 19/10/2016
Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê, ta niha nêzî 3 hezar koçber ji bajarê Mûsilê berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê û li kampa Holê ya li başûrê Hesekê dê werin bicih kirin.
Tê zanîn ku dora 6 hezar penaberên Iraqî li kampa Holê ne. Herwiha nêzîkî 3 hezar penaberên din yên Mûsilê niha li ser sînor in, hewl didin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.
Ji duh ve danê sibê ve operesyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê artêşa Iraqê û Pêşmergeyên Kurdistanê ve dest pê kiriye, heta niha hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê 20 gund kontrol kirine.