Break newsNûçeslide

Hêzên Pêşmerge êrîşa DAIŞ li ser Şengalê têk birin

Yekîtî Media 19/10/2016

Hêzên Pêşmerge li Şingalê karîn êrîşekî DAIŞê bişkînin û 3ê otombîlên wan ên bombekirî bişewtînin.

îro danê sibehê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîn êrîşeka DAIŞê li Şingal bişkînin û sê otombîlên bombekirî jî wêran bikin, li gor agahiyan, ew êrîş bi armanca sivkirina fişara li ser bajarê Mûsilê bû.

Çekdarên DAIŞê berbanga sibehê li Şingalê û ji çend aliyan ve êrîş bire ser sengerên pêşmerge , piştî şerûpevçûnekê giran pêşmerge ew êrîş têkişkandin û hejmarek çekdarên daişê  jî kuştin.

Li gor zanyariyan di wê êrîşê de firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya Hêzên Pêşmerge kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button