Break newsRaportslide

PYD belavkirina pertûkên xwendinê li ser şagirtan qedexe dike

Yekîtî Media 19/10/2016

Asayişa partiya yekîtiya demokrat PYD, li bajarê Hesekê, dibistanên taybet û yên fermî ku dikevin çargoşeya ewlehî de li bajêr qedexkirin ji bidestxistina pertûkên xwendinê yên ku wezareta perwerdeya Sûrî çapkirine.

Asayişa PYD li Hesekê bidestxistina wan pertûkan ji embarên pertûkên xwendinê yên dibistanan, ku dikeve bin kontrola asayişê de, qedexekir li ser razgirên nivîsgehên dibistanan û xwediyên şagirtan.

Tê zanîn ku avahiya embarên pertûkên xwendinê yên dibistanan li taxa Kelasê dikeve , û ew dever ji rex asayişa PYD ve kontrolkirî ye, û berî hefteyekê asayişa PYD bera fermanberên hikûmetê ji wê saziyê dan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button