Break newsRaportslide

Şandek ji partiya Yekîtî serdana bargeha PDK – Îranê li Hewlêrê dike

Yekîtî Media 8/6/2016

doh sêşemê 7 ê Hizêranê, şandek ji partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê serdana bargeha PDK – Îranê li Hewlêrê kir.

Şanda Yekîtî bi serokatiya sekertêrê partiyê Îbrahîm Biro û mamoste Newaf Reşîd endamê komîta siyasî ya partiyê sibeha îro serdana bargeha PDK – Îranê kirin, mamoste Mistefa Hicrî sekertêrê PDK û Mihemed Salih Qadirî endamê nivîsgeha siyasî pêşwaziya şanda Yekîtî kirin.

Herdû aliyan behsa dawîtirîn pêşveçûnên siyasî li ser asta herêmî û cîhanî kirin, û bi taybet rewşa Sûriyê û danûstandinên Cinêvê û rewşa kurdî li Sûriyê, û kiryar û siyasetên desthilata dîfakto ya PYD ê li dijî xebata netewî kurdî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button