Break newsNûçeslide

Deriyê Sêmalka ‘Pêşabûrê’ yê sînorî tê vekirin

Yekîtî Media 8/6/2016

Deriyê Pêşabûrê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, ji bo hemû alîkariyên mirovî, cureyên xwarinê û dermanan dê bê vekirin.

Berpirsê Dosya Sûriyê –  Rojavayê Kurdistanê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî got, dê deriyê Pêşabûrê ji bo alîkariyên mirovî, hemû cureyên xwarinê û dermanan ji bo Rojavayê Kurdistanê bê vekirin, her wiha dê bacên bazirganiyên jî tune bin, da ku alîkarî û kelûpelên xwarinê bi nerxenkî erzan bighên welatiyên Rojavayê Kurdistanê.

Deriyê Sêmalka yan Pêşabûr di 18 meha 1ê sala 2013 piştî rêkeftina di navbera TEV-DEM û ENKS ê li Hewlêrê û avakirina Desteya Bilind ya Kurdî bi destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hate vekirin, wê demê pênc komîte ku her komîteyek ji pênc kesan pêk dihat hatin avakirin.

Ji bo çûnûhatina xelkê herwiha ji bo kelûpelên xwarinê û bazirganiyê TEV-DEM û ENKS ê sînor birêve dibirin, lê piştî demeke kurt û derketina nakokiyan, ew komîte hatin hilweşandin.

li gor hin serkerdiyên ENKSê ku Rêvebriya Xweser ji wan xwestibû, ku ew komîte di bin desthilata Rêveberiya Xweser de bin, ENKS ê jî ev yek nepejirand, herwiha ji wê demê û heya peyaman Duhokê û roja îro, deriyê Pêşabûrê bûye pirsgirêkek.

Piştî 3 ê salan ji vekirina derî, ji meha Adarê de sînor girtî ye, lê niha biryar hatiye standin, ku derî bi fermî ji bo bazirganiyê û alîkariyan were vekirin û bê ku bacên gumrikê ji herdû alîyan werin standin.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button