Şanda ENKSê bi serokatiya Ibrahîm Biro ligel nivîsgeha Şêwirmenda Almanî civîya
Yekîtî Media 23/9/2016
Li ser vexwendina nivîsgeha şêwirmenda Almanî Angêla Mêrkil, îro înê 23 Êlûnê li Berlînê, şanda ENKSê bi serokatiya Ibrahîm Biro serokê ENKSê û endametiya Kamîran Haco û Siyamend Haco ligel Frank Hartman rêveberê beşê pêwendiyan bi dewletên rojhilata navîn re û Afrîqya û Amerîka ya Latînî , û şêwirmenda wî Danêla Şlîgil civîya, civîn li avahiya şêwirkariya Almanî birêve çû.
Hartman piştgiriya Hikûmeta Almanî ji serokê ENKSê re daxuyakirin, piştî girtin û sergonkirina wî ji rex çekdarên partiya Yekîtiya demokrat PYDê, herweha şanda ENKSê li ser belgeya veguhestina siyasî ya desteya bilind ya danûstandinan rawestiya û ji Hikûmeta Almanî xwest ku fişaran li Rikberiya Sûrî bikin daku wê belgeyê serrast bikin û mafên miletê kurd tê de bên parastin.