Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: alîkarîya Almaniya bo hêza Pêşmerge balansa şer guhert

Yekîtî Media 23/9/2016

Piştî bi dawîhatina kombûna di navbera Mesûd Brazanî, serokê Herêma Kurdistanê û Orsola VonderLayîn, weîzra berevanî ya Elmanîyayê kongireyeka rojnamevî encamdan û di wê kongireyê de baraznî got: Harîkarî ya Elmanîya bo hêza Pêşmerge bandora xwe hebû û balansa şer guhert bo berjewendîya hêza Pêşmerge.

Herweha Barzanî got: Elmanîya piştîvanê Kurdistanê û Pêşmergeye  û supasê gelê Elmanîya dikim bo harîkarîkirina Pêşmerge û Kurdistanê û hatina wê wateyek mezin heye.

Got jî: Babetê serekîyê kombûnê, rizgakirina bajarê Mûsilê bû.

Ortsola Vondelayîn, wezîra berevanîya Elmanîyayê jî got: Me li gel Barzanî tekez li ser hemahengîyê kir û behsa pêşkevtinan kir.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button