Break newsNûçeslide

Şanda ENKS ê li gel berpirsin di Wezareta Derve ya Siwêdê de civiya

Yekîtî Media – 20/5/2016

Di çarçoveyê gera Ewrupî de ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ê, îro înê 20 ê Gulanê li Stokholm paytexta Siwêd şanda ENKS ê li gel berpirsin di Wezareta Derve ya Siwêdî de civiya.

Şanda ENKS ê ji Îbrahîm Biro serokê ENKS ê û Kamîran Haco pêkhat, û li gel berêz Nîglas Kobîn berpirsê doseya Sûrî di wezaretê de civiyan.

Herwiha şanda ENKS ê li gel Birjîta Holist şêwermenda Dîmstora re civiyan, di herdû hevdîtinan de behsa rewşa Sûriyê û pêvajoya danûstandinan hat kirin, herwiha ENKS ê nerîna xwe bo çareseriyê li Sûriyê li ser bingeha sîstema fîdralîzmê da xuyakirin.

Hêjaya gotinê ku şanda ENKS ê dê gera xwe ya diplomasî li Nerwêcê berdewam bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button