Break newsRaportslide

Partiya Yekîtî piştgiriya malbata Hemrîn Remezan dike

Yekîtî Media – 20/5/2016

Doh êvara pêncşemê 19ê Gulanê, şandek ji rêxistina Girkê Legê û Alyan ya partiya Yekîtî ya Kurd serdana malbata Hemrîn Remezan li gund Kortipan li gundewarê Girkê Legê kirin.

Ev serdan wek piştgiriyekê ji malbata Hemrîn Remezan re tê piştî ku asayişên PYDê êrîşî mala Hemrîn kirin , şeva sêşema borî 17ê Gulanê.

Serkirdeyê partiya Yekîtî Heval Îsa ji nûçegihanê Yekîtî Media re ragihand: em kiryarên asayişa PYD şermezar dikin, û me îro serdana mala Hemrîn kir bo em piştgirya wan bikin, û bo em tekez bikin ku ev kiryar wê nikaribin xebata me di ber pirsa netewî ya Kurd de lawaz bike.

Hêjaye gotinê ku binpêkirinên çekdarên girêdayî PYD di mafê endamên ENKS de di meha Gulanê de li herdû bajarên Girkê Legê û Çilaxa pirbûbûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button