Break newsNûçeslide

Rûsiya Êrîşên Xwe Yên Asîmanî Gurtir Dike Û Yûnîsêf Armanckirina Sentera Avê Ya Li Gundewarê Helebê Şermezar Dike

Nûnera Yûnîsêf li sûriyê Hena Sencer duh roja sêşembê got ku yasayên şer li Sûriyê rojane binpêkirinan dikin tevlî wêrankirina jêrxane û şaristaniya welat, ku vê dawiyê êrîşeke asîmanî birin ser sentera avê ya li Xefsa ya gundewarê Helebê, û ew cihê dilgiraniyeke taybet e.
Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî berî du rojan serhejmarek derbarê qurbaniyên dijminkariya Rûsî û Îranî ya bejahî û asîmanî derxist, di serhejmarê de hatiye ku balafirên dagîrkariya Rûsî êrîşên xwe gurtir kirine bi armanckirina sivîlan û senterên jîndariyê û jêrxaneya welat bi bikaranîna çekên hovanetir yên fosforî û weşîyî yên qedexekirî. Êrîşê 3 dibistan û 14 nexweşxane û du bazarên gelêrî û senterek parzûna avê û kargehek dermanan û yek ya pîşesaziya xurdemeniyan armanc kirin. 
Hena Sincar da xuyakirin ku wê êrîşê ziyanên mezin kirin, û bû sedema birîna jêderên avê ji ser 3.5 melyon kesî, û piştî êrîşê rêjeya hebûna avê pir kêm ma, û hîn jî 1.4 melyon kes jana derdê birîna avê li gundewarê Helebê dikşînin.
Sencar tekezî kir ku sentera Elxefsa ji giringtirîn senterên Sûriyê ye, ji ber ku ew rojane 18 milyon litrên avê dide,û palê dide ser ava Ferat ku ew jêdera avê ya tekane ye ji derdora 4 milyon kesî re li parêzgeha Helebê. 
Nûnera Yûnêsîf tekezî kir li ser ku yasaya mirovî jêrxaneya jiyana sivîlan û mafê wan di gihiştina xizmetguzariyan de diparêze, û bangawaziya xwe nû kir derbarê rawestandina êrîşan li ser senterên avê û deverên paqijkirina wê û jêrxaneya welatan û kesên kar ji bo çaksazkirina jêderên avê dikin.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button