Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Îstixbarata almanî derbarê rola Erebistana Siûdiyê de hişyarî da

Dusseldorf (rûdaw) – Li gor nûçeyeke kovara almanî DER SPIEGEL, îstixbarata almanî BND di raporteke xwe de derbarê rola rola tevlîhevker a Erebistana Siûdiyê de hişyariyê dide.

Li gor DER SPIEGEL, di raportê de wiha behsa metirsiya ku ji Erebistana Siûdiyê belav dibe, tê kirin: “Helwesta heta niha bi hişyarî ya berpirsên temenmezin yên endamên malbata şah, cihê xwe ji siyaseteke destwerdêner ya sergerm re dihêle“.

Li gor DER SPIEGEL, BND bi taybetî balê dikişîne ser rola Wezîrê Bergiriyê yê Erebistana Siûdiyê û kurê şah Salman, Mohammed bin Salman:

 

“Kombûna desthilatên darayî û siyaseta derve di destê Mohammed bin Salman de, metirsiya wê yekê bi xwe re tîne ku Mohammed bin Salman di hewla xwe ya cîhstendina ji bo şahîtiyê – hêj di dema saxîtiya bavê xwe de – ji hed derkeve. Herwiha metirsiya wê yekê heye ew pêwendiyên ligel welatên dost û hevpeymanên li herêmê ber bi aloziyê ve herin.“ 

 

Li gor raportê, Şah Salman û kurê xwe Mohammed bin Salman dixwazin xwe weke “serokên cihana erebî“ nîşan bidin û hewl didin bernameya siyaseta derve ya welatê xwe bi hewldaneke bihêz ya leşkerî û hevpeymaniyên nû yên hêrêmî berfirehtir bikin.

Di raportê de tê diyarkirin ku baweriya Erebistana Siûdiyê ya bi DYA weke hêzeke parastin û rêvebirina herêmê ber bi kêmbûnê ve diçe û ev jî sedema sereke ya berberiya Erebistana Siûdî ligel Îranê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button