Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized
Rojên şanoya Kurdî li Tirkiyê hatin qedexe kirin
Yekiti Media
Li Tirkiyê Herêma Çukurova ya Bajarê Edene, rojên Şanoya Kurdî ji aliyê Parêzgeriya Bajêr ve hate qedexe kirin.
Li Tirkiyê Bajarê Edene ku, bi sed hezeran Kurd lê dijîn, rojên Şanoya Kurdî ku ji alî HDPê ve hatibû birêxistin kirin, hate qedexe kirin.
Rojên Şanoya Kurdî ku biryar bû di rojên 10 heta 13 meha Sibatê were saz kirin, Parêzgarê Edene qedexe kir.
Di Fermana Parêzgar de hate diyarkirin, ev cûra çalakiya ji bo ewlekariya civaka me gefin, ji bo wê hatin qedexe kirin.