NûçeslideUncategorized

Rojnameya Yekîtî hijmara taybet hate weşandin

Yekiti Media

Rojnameya Yekîtî ya ku komîta navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya wê birêve dibe hate weşandin.

Rêveberiya rojnameyê hijmareke Taybet bi kongirê partiyê (258-259) weşand.

Ji bo xwendina rojnameya Yekîtî li vê deverê bide: جريدة-يكيتي-عدد-خاص

 

Gotara sereke

Partiya Yekîtî sembola guhertin û Dîmuqratiyê ye

Tevî ku navê partiya Yekîtî têgehên Dîmuqratiyê di hundirê xwe de hembêz nake lê ew pêşenge di warê cîbickirina wê têgehê di nava kongir û konfirans û laşê xwe yê rêxistinî de, ji bilî guhertina herdem û bi taybet di hundirê serkirdayetiya partiyê de û postê sekretêrê partiyê.

Guhertina sekretêrê partiyan û kesayetiyên serkird di dîroka tevgera Kurdî de herdem bibû cihê piresgirêk û aloziyê û di pirê mehfelan de dibû sedema sereke ji bo perçekirina wan partiya.

Partiya Yekîtî karîbû  ji sala 2000 de guhertinek mezin di pirensîbên xebat û tekeoşîna tevgera Kurdî de cêkira, û ew xebat  ji xebata daxuyanî û belavokan ber bi warê piraktîkê de bikşanda, û ber bi  qonaxên eydilocîyên nû di warê xebatê de bibra û ramanên guhertinan yên nû de cîbicî bike , bi taybet dema ku doz mangirtin û xwepêşindanan li hol û kolanan û li hinber dezgehên dewletê yên sereke kir û doza mafê gelê Kurd li Sûriyê bi şêwyekî eşkere û zelal kir.

Ev yek beşek bû ji piransîpên ku hevalên vê partiyê li ser soz dabûn hev û di heman xebatê de karîbûn guhertina sereke ya duyêm cîbiciî bikin di hundirê rêxistnê de û bi wê ramana tek sekretêr û tek serkirde bişkenandana û hilweşandana û bi vê yekê her kongir sekretêrêkî nû di hata hilbijartin û serkirdayetiya partiyê bi ciwana nûjen dibû.

Ev pirensîp bingeha sereke bû ku endezyar Silêman OSO weke sekretêrê şeşemîn cih girt  û rêjeya 47 ji 100 serkirdayetiya partiyê hate guhertin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button