Break newsRaportslide

Rêxistinên jinan ên ENKSê roja cîhanî ya jinê vejandin

Yekiti Media

Rêxistinên jinan ên encûmena Niştimanî ya Kurdî li sûriyê roja cîhanî ya jinê li bajar û bajarok û gundên Kurdistana Sûrîyê vejandin, di gel amedebûna serkirdeyên encûmenê û cemawerekî mezin.

Bajarên Dêrik, Hesekê, Amûdê, Qamişlo, Dirbêsîyê, û bajarokên Til Temir, Tirbespî, Girê Spî, gelek ahengan li dar xistin di nav re gotinên bi navê ENKSê, û rêxistinên Jinê hatin gotin, û komên Folklorê yên dîlanên gelêrî û kelepûrî, û sitranên neteweyî û helbestan pêşkêşkirin.

Naveroka gotinan bi giştî li ser wateya roja jinê û daberbûna ku jinê li ser asta navdewletî dîtiye heya ku Neteweyên Yekbuyî roja 8ê Avdarê wekî roja cîhanî ya jinê destnîşankirin ji bo ku wê pîroz bikin, herwiha gotinan tekezî kir li ser rola jinê di tevgera rizgarkirina Kurdistanê li hemû perçeyên Kurdistanê di gel xebata wê di hemû warên jiyanê de.

Nûçegihanê Yekiti Media li bajarokê Tirbespîyê ragihand ku aheng pêşandanên şanoyê û sitranên neteweyî û hin helbestan û dîlanên folklorî ku ji aliyê koma Viyan ya folklor li bajêr û koma Orkêş ya devera Senceqê pêşkêşkirin, herwiha girûpek jin pêşandanek kurt ku mîrat û folklora Kurdî rûdide pêşkêşî cemaweran kirin, û hin jin jî hatin xelatkirin li ser rola wan di çalakiyan û ahengan de yê ku li bajar diqewime, û bi dîlanê gelêrî ku cewmawer jî tê de beşdar bûn aheng bi vî awayî bi dawî bû.

Nesrîn Çeto endama Komîteya konevanî ya Yekîtî û berpirsyara nivîsgeha Jin û zaroktiyê di nivîseke de li ser rûpela xwe ya Facebookê de wiha got : silavek xweş ji hemû jinên cîhanê re, û ji jina Sûrî re bi gelemperî û jina Kurd bi taybetî, em soz bidin ku em ê bi her rê û rêbazên aştiyane li dijî şûnmayî, zordarî û terorîzmê têkoşînê bidomînin û wekhevî di navbera zilam û jinê pêkbînin, û di destûra nû ya Sûrîyeyê de biçespînin, û xebatkirdin da ku Sûrîyeke demokrat federal avabikin ku cûdahîya ku li ser bingeha ol yan nijad yan zayend tê de nemîne û Sûrîyeke ji hemû Sûriyan re..

Li bajarê Kobanê nivîsgeha jinê û zaroktiyê ya PYK-S bi boneya roja cîhanî ya jinê li daristana Kobanê vejandin, bi awaz û folklora kurdî ahengek vejandin, û gotina nivîsgeha Jinê ji aliyê Xeyîda Derwîş hat gotin ku tê de anî ziman wateyên roja cîhanî ya jinê û rola jina Kurd di xebatê, siyasetê û civakê de..
Û li bajarê Duhokê li herêma Kurdistanê, rêxistina PYK-S vê boney şahî kirin, ku aheng hat vekirin bi gotina endama Komîteya şaxê “Hedîya ca Lawîn” ku li ser rola jinê ya çalak, û çawa karîbû rewşa xwe pêş ve bibin û tu carî nekevin bin zehmetîyan, herwiha di merasîmê de pêşbirk û belavkirina dîyarîyan ji jinên beşdar e hebû.

Endamê Komîteya Navendî ya Partîyê Ekrem Reşîd axavtinek kir û tê de pesnê rola girîng a ku jin di civakê de pêk tînin û bi taybetî jina kurd û zehmetî û berxwedana wan ta roja îro, û çawa çalak in di rêvebirina kar û barên xwe û xwedîkirina nifşên pêşerojê de, û di dawiyê de spasiya xwe pêşkêşkir ji hemû jinan li cîhanê ji bo hewlên dikin di hemû warî de di jiyanê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button