Break newsNûçeslide

Nûneratiya ENKSê li herêma kurdistanê bi nûnerên ENKEê di opozîsyona Sûrîyê re civiya

Yekiti Media

Şandek ji nûnertîya ENKSê di oposîzyona hêzên şoreş û dijberîyê bi serokatiya Dr. Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê opozîsyonê ya hêzên şoreş û dijberîyê û birêz Şelal Gedo û birêz Îmad Berho endamên Desteya giştî di opozîsyonê de, îro Duşemê 8ê Avdara 2021an de serdana ofîsa nûneratîya ENKSê li Herêma Kurdistanê kirin, û ji aliyê serokê nûneratîyê birêz Newaf Reşîd û endamên nûneratîyê hatin pêşwazîkirin.

Beşar axivî derbarê serdana şandeya opozîsyonê ji herêma Kurdistanê re û hevdîtinên ku bi Cenabê Serok Barzanî û Serokê hikûmeta herêmê Mesrûr Barzanî re û cîgirê serokê perlemanê re û serokên gelkomîyên partiyên siyasî ku nunertîya pêkhateyên Turkmen û Asûrîyan û yên din pêk hat..

Û di heman demê de Dr. Beşar nîşan da hevdîtina wan bi hin pêkhateyên ENKSê re kir, wekî yekîtîya Mamosteyên Rojava, û Yekîtîya Xwendekaran û kenala ARKê re.

Di hemû hevdîtinan de şand tekezî kir li ser rol girîng û erênî ji aliyê herêma Kurdistanê ji bo gelê Sûrîyê ji rojên destpêkê de ji temenê şoreşê de , pêşwazîkirina vê hejmara mezin ji penaberan bi şiyanên xwe yên kêm, û berdewam kirina van têkiliyan di pêşerojê de hat tekezî kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button