Break newsNûçeslide

Rêxistina Til Temir di daxuyaniyekê de kiryarên PYD şermezardike

Yekîtî Mediya 24/4/2016

Asayişên PYD nivîsgeha partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û nivîsgeha partî Dîmoqratî Kurdistanî-Sûriya PDK-S li bajarê Tiltemirê girtin, û doza rêdanê li wan kirin.

Behcet Şêxo endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî diyar dike, ku di vê qonaxa ku miletê kurd hewcedarî yekîtiyê ye, PYD bi vî karî radibe.

Herwiha di daxuyaniyekê de ji bal rêxistina Til Temir ya partiya Yekîtî hatiye, ku ev ne care diwem e nivîsgeha partiya me Yekîtî li bajarokê Til Temirê tê girtin, ev bajarokê ku wek biçûktirrîn bajarok li Kurdistana Sûriya tê nasîn, lê gelek caran em rastî êrîşên çekdarên PYD hatine,bi hemû coreyên çekan weku em hêzek leşkerî bin û divê me ji navbibin, herwiha endamên partiya me toşî girtin û lêdanê hatin, lê emê karê xwe yê siaysî berdewam bikin û doza me dozek rewa ye, ta ku em armanca xwe pêkbînin di avakirina Sûriyeke fîdral û dîmoqrat ku hemû pêkhateyên Sûriyê mafên wan di hundirê wê de parastî bin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button