Break newsNûçeslide

Mihemed Al-Faris ji Rûdaw re: Ypg girêdaye Rêjîma Sûrî

Yekîtî Mediya 24/4/2016

Di hevpeyvîneke taybet bo tora Rûdaw, serokê êla Tey ya Erebî û endamê perlemantoya Sûrî, Mihemed Al-Faris got , ku hêza asayiş aliyekî leşkerî ye li gel aliyên leşkerî guftûgoyê dike.

Al-Faris tekez kir, ku serkirdeyên hêza asayişê li gel Rêjma Sûriyê di roja sisyan ji pevçûnan civiyan, û agirbest girêdan, herwiha ku hevrêzî di navbera wan de heye, lê em wek welatî em nizanin bê çi liser erdê çê dibe.

Herwiha hêvî kir ku ev rêkeftin li ser asta sivîl be ne li ser asta leşkerî be.

Al-Faris, bûyerên ku li Qamişlo rûdan bi navkokiyên di navbera birayên çekan de wesif kir , ku ev nakokî ji çend salan ve di navbera asayiş û hêzên berevaniya niştimanî de berdewam in, û tu têkiliya wî bi van bûyeran re tune ye.

Di dawiya hevpeyvînê de got, ku hêzên YPG girêdayî ne Rêjîma Sûrî, û ew fermanên xwe ji desthilatên ewlekariyê werdigrin.

23/04/2016

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button