Break newsRaportslide

Rêxistina Dihokê ya PYK-S semînerek gotûbêjkirinê li dar xist

Yekiti Media

Rêxistina Dihokê ya PYK-S semînerek gotûbêjkirinê li dar xist bi navnîşana “danûstandinên Kurdî – Kurdî û asoyên serkeftina wê”..

Rêxistina Dihokê ya PYK-S li herêma Kurdistanê semînerek gengeşekirinê bi navnîşana ” Danûstendinên Kurdî – Kurdî, û asoyên serkeftina wê”, bi amadebûna komek ji rewşenbîran û siyasetmedarên kurd û nûnerên partiyên di nav ENKSê de li dar xist .

Semîner ji aliyê Ekrem Reşîd endamê Komîteya Navendî ya PYK-S hat bi rê ve birin , ku li ser rewşa danûstandinan di navbera ENKSê û PYNkê ku partiya Yekîtîya demokrat seroktîya wê dike gihîşte kuderê, û piştre pirsên girêdayî bi girîngiya danûstandinan û rêjeya serkeftina vê pêvajoyê û bi taybetî piştî zêdegavîyên ku çekdarên PYD’ê ve pêk anîn ji gotûbêjkeran hate kirin.

Gotûbêjkeran tekezkirin li ser girîngiya van dîyalogan , û pêdivîya gihîştina gemîyê ta bejayî ewlehîyê bi serkeftina wê ji ber ku ew daxwaza gel e, di heman demê de hin nerazîbûn û kêmbûna xweşiya xwe dan nîşandan ji ber zêdegavîyên vê dawiyê ( Girtin- şewitandina ofîsan- perwerde), ji bilî pawankirina biryarên yê girêdayî di karûbarên herêmê ji aliyê kadroyên PKK’ê ve.

Tê zanîn ku Partîya Yekîtî ya Kurdistana- sûriye gelek semînerên gotûbêjkirin ê li dar dixe ku yên girêdayî bi rewşa konevanî ya Kurdî û tevlîbûna dengê gelê kurd û beşê rewşenbîrî di biryara ramyarî kurdî de .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button