Break newsRaportslide

Rêxistina Amûdê ya PYK-S roja cîhanî ya zimanê zikmakî vejand

Yekiti Media

Duh roja yekşemê 21ê Reşmehê rêxistina Amûdê ya Partîya Yekîtî ya Kurdistana – Sûriye roja cîhanî ya zimanê dayikê vejand ku wekî gotarekê (semîner) ji aliyê Adilê Evdela ( Adil bavê Goran) hat pêşkêşkirin.

Semîner li ser ravekirina çend têgehên têkîldarî bûyerê ji hêla Gotarbêj ve bi tekezkirin bi bûyeran û dîrokên taybet bû .

Zimanê Kurdî yan bi wateyeke rastir zimanê zikmakî ji gelê Kurd re, xwediyê cihê herî fireh ji semînerê bû, ji ber ku gotarbêj ravekir dîroka zimanê kurdî û deverên ku zaravayên wê belav kiriye û pirsgirêk û astengîyên ku kurd bi dîtina lêvegerek berfireh û Yekbûyî ji bo ziman û çareseriyên wê dibînin.

Herwiha pêşkêşî beşdaran bû hevpeyvînek kurt ya TVê tomarkirî bû ku ya ramanwerê kurd Elî Ewnî bû di derbarê zimanê kurdî û tiştê ku kurd dîtibûn ji aliyê rêjîmên sitemkar ve û reşepêşkirin û perçiqandina kesayeta kurdî û mîrat û zimanê wî jî aliyên wan ve, pêşkêşî beşdaran kir.

Û di dawiyê de, dergeh ji gengeşekirin ên beşdaran re vebû, ku ev yek bandoreke mezin li ser dewlemendkirina vejandina roja cîhanî ya zimanê zikmakî ku li ofîsa Partîya Yekîtî ya Kurdistana – Sûriye hatibû li dar xistin.

Tê zanîn ku roja cîhanî ya zimanê zikmakî li her deverên cîhanê wekî ahengeke salane tê, da ku haya mirov ji cûrbicûrbûna zimanî û çandî û Pirzimanîyê hebe, û 21ê Reşmehê wekî roja cîhanî ya zimanê zikmakî hat hesibandin, û ew wekî cara yekem ji aliyê UNESCO’yê ve di 17ê Mijdara 1999an hat ragihandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button