Break newsRaportslide

Rêveberiya PYD li Kobanê Bizîşkan neçar dike ku tevlî komînan bibin

Yekîtî Media 24/10/2016

Odeya Bizîşkan li Kobanê ya ser bi Rêveberiya PYD ve, ji hemû kesên ku di warê tendurisitiyê de kar dikin, dixwaze ku ew tevlî komînan bibin û bizîşkên ku navên xwe heta serê vê mehê di komînan de tomar nekin, ne ji mafê wan e di saziyên Odeya Bizîşkan de kar bikin.

Herwiha hin bizîşkên Kobanê ragihandin ku, nabe biryarên wiha di warê tenduristiyê de li ser bizîşkan bên sepandin û amaje dikin ku, pîşeya bizîşkiyê pîşeyeke mirovî ye û nabe ku bi siyasetê re bê girêdan û eger e ku ev yek bibe sedema koçberiya bizîşkan.

Tê zanîn ku Komîn tê mîna Encûmenên Taxan di sîstema Rêveberiya Xweser de ya bi ser PYDê ve.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button