Break newsNûçeslide

Partiya Yekîtî: hîn çarenivîsa peyamnêrê Yekîtî Media Alan Ehmed û Nêçîrvan Hisên nediyar e

Yekîtî Media 24/10/2016

Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, îro dema sibeha, li bargeha xwe li bajarê Qamişlo kongirekî rojnamevanî lidor çarenivîsa peyamnêrê malpera Yekîtî Media Alan Selîm Ehmed û zarokê bi navê Nêçîrvan Şukrî Hisên girêda, bi amadebûna hejmarek ji dezgehên ragihandina kurdî.

Endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî Ebdulbaqî Yûsif di kongir de axivî û got, PYD tu kesî ji pêv xwe ve napejirîne, herweha rewiştê xelkê rojavayê kurdistanê binpêdike, û siyasetên PYD yên şaş hiştin ku ciwanên Kurd birevin dervî Rojavayê Kurdistanê.

Yûsif tekezkir ku ewê berdewam bin di çalakiyên xwe de da ku hemû girtiyên baweriyê serbest berdin, herweha ewê raporan bighînin rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî û dewletên xwedî biryar li ser binpêkirinên PYD li dijî mafên mirovan .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button