Revandina Xêzanên Xiristiyan Li Gundê Elqeryetên Li Ser Destê Daîşê Tawanek Olperistî Ye
Muhemed Yihiya Mektebî Sikertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Hevbendiya Nîstimanî bi guhdanek mezin raportên derbarê revandina bi dehan xêzanên Siryanî li bajarokê Elqeryetên li parêzgeha Humsê li ser destê rêxistîna DAÎŞa terorîst dişopîne, ya diyar e ku ev tawan hatiye kirin bi sedemin olî ,ji ber ku yên hatine revandin kesin Xiristiyanî ne.
Mektebî ev tawana DAÎŞê şermezar kir, û yekser pişkdariya rêjîmê bi rêxweşkirina rê li pêş encamdana vê twanê tekez kir, ku DAÎŞê roja çarşema bûrî bajar kontrol kir di encama şerekî gomanlêkirî di navbera wê û hêzên rêjîmê û mêlîşeyên hevalbendên wê de, ku paşî rêjîmê hêzên xwe ji navçeyê vekişandin da çarenivîsa xelkên wê bikeve di destê DAÎŞ de, di sînaryoyekî de nêzîkî sînariyoya radestkirina bajarê Tedmurê.
Ji aliyek din Mektebî amje bi wê yekê kir ku rêxweşkirina bi mebest ya hêzên rêjîmê li pêş pêşketinên DAÎŞê û bi taybetî li navçeyên pirnetew û ol, tê ji bona bikaranîna wê ji bo armancên siyasî; lê di heman demê ev pêşketin tekez dikin ku rêjîm dîtir nikare berevaniyê di ber qada xwe de bike.
Li dawiyê Meketebî cext kir ku Hevbendiya Niştimanî wê hemû bizavên pêwîst û berdest bimezêxe ji bona dûvçûna vê rûdanê û rizgarkirina revandiyan, û xistina van kiryar û binpêkirin û tawanên DAÎŞê û yên rêjîma Esed li pêş çavên komelgeha navdewletî, Emê Ji Encûmena Asayîşa Navdewletî bixwazin ku berpirsyaretiyên xwe li hember parastina aştî û seqamgeriyê li sûriyê hilgire.Jêder:Hevbendî