Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Îranê qedexeya li ser BBC rakir

Hewlêr (Rûdaw) – Îranê qedexeya li ser xebatên tora nûçeyan a BBC rakir.

Li gorî nûçea ajansa îranî ya Tesnîm, Wezareta Ferheng û Îrşada Îslamî ya Îranê qedexeya li ser çalakî û xebatên BBC rakir.

Berdevkê Wezareta Ferheng û Îrşada Îslamî ragihand, qedexeya li ser BBC bi fermana Serokomar Hesen Rûhanî û bi alîkariya sazî û navendên ewlehiyê hat rakirin.

Wî rayedarê dewleta Îranê her wiha eşkere kir ku tîmeke BBC dê di demek nêzîk de serdana Îranê bike û raport û nûçeyan amade bike.

Ev çendîn sal bûn Îranê bi hêceta sîxurtî û çêkirina tevliheviyê, xebatên tora BBC qedexe kiribû.

Tora nûçeyan a BBC, bi gellek zimanan bi taybet zimanê Farsî weşanê dike û bandorke mezin li ser gelên Îranê heye.

Tê gotin, rola BBC di şoreşa îslamî ya Îranê de jî mezin bûye. 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button