Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

FLAŞ – Balafir li DAIŞê didin: 2 emîr û 24 çekdar hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên hevpeymanan li bajarokê Geyare ya girêdayî Mûsilê bi dijwarî li çekdarên DAIŞê dan. Hat zanîn, di encama êrişê de 26 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin, ku 2 emîr jî di nav de ne.

Balafirên şer ên hevpeymanan êrişî çekdarên DAIŞê li bajarokê Geyare li başûrê Mûsilê kirin û bi dijwarî emberên çek û teqemenî û cebilxaneyên wê rêxistinê bombebaran kirin.

Berpirsê ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê, Seîd Memozînî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Balafirên hevpeymanan embareke mezin a çek û teqemenî ya çekdarên DAIŞê li navçeya Geyareyê bombebaran kirin.”

Seîd Memozînî got: “Ew embar yek ji mezintirîn embarên çek û teqemenî yên DAIŞê bû ku çendîn curê çekên sivik û navendî tê de hebûn.”

Memozînî herwiha da xuyakirin: “Di wê embarê de topeke dûrhavêj û çend otomobîlên leşkerî yên DAIŞê ji curê Hummer hebûn ku ji aliyê balafirên hevpeymanan ve hatin têkbirin.”

 

Wî berpirsê PDKê herwiha got: “Di encama bombebarana balafiran de 26 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku di nava kuştiyan de 2 emîrên wê rêxistinê jî hene.”

Bajarokê Geyare yek ji mezintirîn bajarokên girêdayî parêzgeha Mûsilê ye û bi qasî 60 km li aliyê başûr ji navenda bajarê Mûsilê dûr e.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button