Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Pêşkêşkara bedew şîret li Kurdan kir: Bibin yek!

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevan û pêşkêşkara navdar û bedew a iraqî Suhêr Qeysî li ser alozî û xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê, kurdan şîret dike. 

Pêşkêşkara navdar a iraqî Suhêr Qeysî li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek li ser alozî û xwepêşandanên Başûrê Kurdistanê belav kiriye û şîret li kurdan kiriye. 

Suhêr Qeysî di peyama xwe de wiha gotiye: “Şîretek ji bo kurdên ezîz ên Kurdistana Iraqê: Hinek hêzên herêmî başiya we naxwazin ji ber wê jî divê hûn bibin yek. Xwedê aramî û serokên baş dane we. Ew dikarin jiyanek xweş û asûde ji bo we dabîn bikin.”

Wê pêşkêşkara bedew her wiha gotiye: “Hûn di şerê DAIŞê de ne ji ber wê jî ji hev belav nebin. Bi aramî daxwaziyên xwe bînin ziman lê bila xwîn neyê rijandin.”

Suhêrê di dawiya peyama xwe de jî gotiye: “Ezê ji we re dua bikim”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button