Break newsNûçeslide

Amanckirina Tevna Civaka Niştimanî Sûrî Di Berjewendiya Rêjîmê De Ye û Hewldana Behanedana Tawankariyên Esed e

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê, tawankariya kirêt û terorî ya Rêkxistina Daişa tirorist ya derheqê sê hevwelatiyên Sûrî yên Siryan-Aşûrî piştî ko ew û bidehên din jî di 23.Sibata 2015an de revandin û nuha ew tawankarî wekû berdewamiya tiroristiya rêbazkirî ya evê rêkxistinê di medya de belav kirine pirotesto kir.
Daxuyaniyê tekez kir ko amanckirina tevna civaka Niştimanî Sûrî û derblêdana li pêkhatiyên wê, di berjewendiya Rêjîmê de ye, û hewldana dîtina behaneyan ji tawankariyên Rêjîmê re ye, û li gora istiratîciya Esed tê, ya ko li ser tirsandina Pêkhatiyên Civaka Sûrî û sizakirin û kuştina simbolên wan û amanckirina Gund û Bajarok û Dêr û Malên perestinê ava bûye, û dagîrkarên Îranî û çeteyên wan jî her wisa dikin. Her wiha ev hewldanên dagîrkeriya Rûsî jî evê yekê bi bombebaranê û kuştaran û tawankariyên rêbazkirî û ya dawî li gundê Um Şerşûh li gundewarê Hums kir.
Daxuyaniyê diyar kir ko ev awayê tiroristî yê ku armanc û mîkanîzmên wî rêbazkirî ne, harmoniya armancan di navbera Rêkxistinên tirorist û birêveberiya wan ji sêgoşeya Rûsî, Îranî û Esed diyar dike. Di heman çax de jî derewa Esed û hevalbendên wî ko Kêmnetewan diparêzin ji xelkê re aşkere dike.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî da ko metirsî li ser jiyana 187 kesên revandî heye û doza berdana wan kir. Û got ku ew evan tawankariyên rêkxistina Daiş û Rêjîma Esed û dagîrkerên Îranî û Rûsî li ber civaka navdewletî datîne û dozê dike ko bi berpirsiyariyên xwe rabe.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button