Break newsNûçeslide

Penaberekî îraqî din li kampa Holê hate kuştin

Îro Pêncşemê çavkaniyên agehdar tekezî kir ku asayîşa PYD’ê termê penaberekî din ê Îraqî ku ji hêla kesên nenas ve hate kuştin ( ku tê texmînkirin ku ji şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ ne) li kampa Holê li Kurdistana Sûriyê

Çavkanîyan gotin u penaberê îraqî (27 salî) duh êvarî Çarşemê bi guleyekê di serî de ji aliyê kesên nenas ve li beşê duyemîn li kampa Holê hate kuştin

Herwiha roja şemiyê asayîşê termê penaberekê ya Îraqî dîtibû ku bi guleyekê di serî de li kampê hatibû kuştin

Kiryarên kuştinê ku penaberên Îraqî ve kirine armanc û bi taybetî yên li kampa Holê bilind bûye, piştî bidawîkirina kampanya ewlekariyê ya ku asayîş û hêzên Sûriya Demokratîk li dijî şaneyên DAÎŞ ê di 2 Nîsanê li hundirê kampê pêk anî bû.
Û hatiye tomarkirin ji destpêka vê salê de 50 kes hatine kuştin û 10ê din birîndar bûne ku penaberên Îraqî û warhîştiyên Sûrî hatine armanca kirin di kampa Holê de.

Li gorî amarên fermî kampa Holê 16404 malbat vedihewîne û hejmara wan 60351 kes in, ji wan 8256 malbatên Îraqî ne ku nêzîkî 30738 kes in, û 5619 malbatên Sûrî ne ku nêzîkî 21058 kes in, û nêzîkî 2529 malbatên beyanî ne ku nêzîkî 8555 kes in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button