Break newsNûçeslide

Amarên dawî ji nexweşiya Covîd 19

Îro Sêşemê 11ê Gûlanê, desteya tenduristiyê ya rêveberiya PYD’ê ragihand ku hejmarek nû ji tuşîbûn û mirin bi vayrosa Korona li deverên di bin kontrola hêzên Sûriya Demokratîk li Kurdistana Sûriyê û bakurê Sûriyê hat tomarkirin..

Yek jiyana xwe ji dest dane li Qamişlo bi sedema nexweşiya Korona li gorî daxuyaniya rojane ya desteyê ku hatiye belavkirin derbarê pêşhatên dawî yên vayrosa Korona û herwiha pêketiyên nû wiha ye: 6 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, û 2 kes li Dirbêsiyê, û 4 li Kobanê, herwiha 2 kes li kampa Roj û yek li kampa Newroz .

Û ji alîyekî din ve li herêmên bakurê Sûriye, yek jiyana xwe ji dest da li bajarê Minbicê, û pêketiyên nû ev in17 kes li Reqayê û 26 kes li Tebqa û 11 kes li Dêrezorê û 5 kes li Minbicê .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button