Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
PDK-T: Bila PKK ji Şingalê derkeve
Yekîtî Media 7/3/2017
Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) li şaxa xwe ya Diyarbekirê di derbarê pevçûna Şingalê ku di navbera hêzên ser bi PKK’ê ve û Pêşmergeyên Kurdistanê de derketî de daxuyaniyek da çapemeniyê û ji PKK’ê xwast ku ji Şingalê derkeve.
Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T) di derbarê pevçûna li Xanesor a Sinuna Şingalê derketî de daxuyaniyek da û amaje kir, ku di binê vê pevçûnê de tilîya Îranê heye.
Daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê Mehmed Emîn Kardaş ve hatî xwendin de, bal hate kêşandin ku beriya pevçûnê berpirsên pasdarên Îranê û fermandarên Heşda Şeibî serdana Şingalê kirine û li gel berpirsên YBŞ’ê hevdîtin pêk anîne.